Li Bazidê lehî rabû: Rêya diçe Rojhilatê Kurdistanê hate girtin

04 August 2023 19:31 0 dîtin
Li Bazidê lehî rabû: Rêya diçe Rojhilatê Kurdistanê hate girtin

PeyamaKurd – Li navçeya Bazidê ya bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, îro 4ê Tebaxê ji ber barana zêde û nişkave lehî rabû.

Hate ragihandin ku bandora barana zêde ji demjimêrên sibehê ve bandora xwe zêde kiriye û li navenda bajarê lehî rabûye ku rêya navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber lehiyê hatiye girtin.

Li gorî zanyariyan ji ber lehiyê li hejmarek gundên sînor zeviyên cotkaran di bin avê de mane û ziyaneke mezin çêbûye.

Herwiha gelek otomobîl jî li rêya navbera Bazidê û Rojhilatê Kurdistanê asê man û nekarîn bimeşin.

Xebatên tespîtkirina ziyanên lehiyê û paqijkirinê ji aliyê tîmên bajarvaniyê û dewletê ve dewam dikin.