Li Spanyayê lehî rabûye: 51 kesî canê xwe ji dest daye

30 October 2024 13:02 0 dîtin
Li Spanyayê lehî rabûye: 51 kesî canê xwe ji dest daye

PeyamaKurd – Li li başûr û rojhilatê Spanyayê rabûye û 51 kesî canê xwe ji dest daye.

Hejmara karesata lehiyê ya ku ji ber bahoza dijwar bandor li başûr û rojhilatê Spanyayê kiriye, eşkere dibe. Di daxuyaniya rêveberiya herêma xweser a Valenciayê de hatiye ragihandin ku zarok jî di nav de 51 kesan canê xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin ku li deverên ku mal, kuçe û kolan di bin avê de mane û wesayît li ber avê çûne, xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên di bin kavilan de jî dewam dikin.

Li Picanyaya Alenciayê doh (29ê cotmeha 2024an) bi şev ji ber lehiyê pirek hilweşiyaye. Di zeviyên çandiniyê de ziyaneke mezin çêbûye. Trêna bilez a ku nêzî 300 rêwî tê de bûn li nêzî Malagayê ji rê derketiye, lê tu kes birîndar nebûye. Trêna bilez ên di navbera Valencia û Madrîdê de û her wiha xetên di yên bajarên di bin lehiyê de mane, hew xebitîne.

Rayedaran diyar kiriye ku tê payîn ku lehî bidome û hişyarî daye gel ku li malê bimînin û  heger pir ne hewce be, rêwîtiyê nekin.