Bêrîvan Xalid: Em ê rê nedin tu kesî ku ewlehî û deskeftiyên herêmê binpê bike
PeyamaKurd – Di derbarê şerê li Qamişlo de, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid diyar kir, ew ê sînorek ji êrîşên çeteyên Dîfaa El-Wetenî re bê danîn û got: “Em ê rê nedin tu kesî ku ewlehî û deskeftiyên herêmê binpê bike.
Êrîşên çeteyên Dîfa El-Wetenî li Qamişloyê ev 3 roj in berdewam dikin. Hêzên Asayîşê, di çarçoveya parastina rewa û parastina sivîlan de bersivê didin.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid destnîşan kir, armanca van êrîşan derxistina nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de ye û got: ‘‘Dem bi dem Hikûmeta Şamê bi rêya van çeteyan dixwaze ewlehiya herêmê û deskeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe. Em ê rê nedin tu kesî ku ewlehî û deskeftiyên herêmê binpê bikin û em ê ewlehiya herêmên xwe biparêzin.’’
Bêrîvan Xalid herwiha eşkere kir: ‘‘Êrîşên çeteyan xeteriyeke li ser jiyana sivîlan çêdike.’’
Bêrîvan Xalid, li ser şehîdkirina zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd ê 10 salî gelek sivîl jî birîndar kirin diyar kir: ‘‘Mixabin, êrîşên van çeteyan xetereyekê li ser jiyana sivîlan jî çêdikin. Hewldanên hêzên me hene ku sivîlan ji wir derxin û wan biparêzin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin