Bêrîvan Xalid: Fransa desteka projeya Rêveberiya Xweser dike
PeyamaKurd – Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid diyar kir, Fransa desteka projeya Rêveberiya Xweser dike û ji bo pêkanîna aramiya siyasî, pê re dixebite.
Bêrîvan Xalid herwiha da zanîn, di hevdîtina bi serokê Fransyê re, behsa herêmên dagirkirî hatiye kirin û Fransa piştgiriyê dide xebatên Rêveberiya Xweser ên li dijî DAIŞê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî destnîşan kir, li ser asta navdewletî gavên mezin davêje û welatên Ewropayê bi taybet, helwesta xwe li hemberî vê projeyê zelal dikin.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid eşkere kir, di hevdîtina bi serokê Fransa Emmanuel Macron re, Parîs desteka xwe ji bo desthilata giştî li Bakur û Rojhilatê Sûrî, projeyên xizmetguzarî û xebatên ji bo aramiya siyasî pêşkêş kir.
Macron di 19 Tîrmehê de, vexwendnameyeke fermî ji bo MSDê û Rêveberiya Xweser şand û di qesra Elysée pêşwaziya wan kir û wê demê diyar kir: “Ew desteka rêveberiya herêmê û aramiya siyasî dikin”
Li gorî Bêrîvan Xalid, di hevdîtinê de qala herêmên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk ew dagir kirine hatiye kirin, lê di derbarê naveroka wê de ti agahî bi parve nekir.
Fransa herwiha destnîşan kir, bi hemû dezgehên xwe piştgiriya keda Rêveberiya Xweser ji bo şerê li dijî DAIŞê dike.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî piştrast kiribû, ne pêkan e ku DAIŞ tenê di warê çekdarî de têk biçe, lê belê divê desteka siyasî jî hebe, da ku dawî li hebûna DAIŞê were.
Berî du rojan jî Rêveberiya Xweser nûnertiya xwe li bajarê Cinêv ê Siwîsrayê jî vekir û bi vî awayî 10 nûnertiyên wê li ser asta navdewletî çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin