Balyozê Fransayê ji bo Nêçîrvan Barzanî: Em ê desteka xwe ji we re dewam bikin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Fransayê yê Iraqê Patrick Durel qebûl kir. Di qebûlê de balyozê Fransayê Durel ragihand ku wê desteka Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê dewam bike.
Nêçîrvan Barzanî bi sedema balyozê Fransayê hêj dest bi karê xwe yê nûh kiriye, jê re serkeftinê xwest û Barzanî ragihand ku dixwazin weke Herêma Kurdistanê têkiliyên xwe bi Fransayê re bêhtir pêş bixin. Barzanî her weha ji ber desteka Fransayê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê sipasiya Fransayê kir.
Patrick Durel jî ragihand ku ew dilxweşe weke balyozê Fransayê ji bo Iraqê hatiye tayînkirin, Fransa girîngiyê dide têkiliyên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û dê desteka Fransayê ji bo wan dewam bike.
Di hevdîtinê de behsa hilbijartina meclisa Kurdistanê, têkiliyên Bexda-Hewlêrê, behsa rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê û Kurdistanê kirin. Her weha pêşdeçûnên li herêmê û encamên wan jî mijarên her dû terefan bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin