Wê Parlamentoya Fransa projeyasaya nasandina Komara Qerebaxê gotûbêj bike

19 November 2020 19:33 0 dîtin
Wê Parlamentoya Fransa projeyasaya nasandina Komara Qerebaxê gotûbêj bike

PeyamaKurd – Senatoya Fransayê ragihand ku ji bo nasandina Komara Qerebaxê bi awayekî fermî 25ê Mijdarê li parlamenê dengdan tê kirin.

Senatorê Fransî Bruno Retailleau, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, wê roja 25ê Mijdarê projeyasaya nasandina Komara Qerebaxê bo parlamenê bê pêşkeşkirin û dengdan li ser bê kirin.

Hêjayî gotinê ye, 5 partiyên mezin ên senatoya Fransayê piştevaniya wê projeyasayê dikin, lê partiya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgiriya projeyasaya nasandina Komara Qerebaxê nake.

Biryarên senatoyê ji bo hikûmetê wekî pêşniyar têne qebûlkirin û ti hukmekî wan li ser hikûmetê nîne.