Projeyasaya terorîst nasandina Pasdarên Îranê hat pejirandin

19 January 2023 22:06 0 dîtin
Projeyasaya terorîst nasandina Pasdarên Îranê hat pejirandin

PeyamaKurd – Piştî ku duh Çarşemê 18ê Çile rapora parlamentarên Ewropayê ya derbarê xistina lîsteya rêxistinên terorê ya Pasdarên Îranê hat pesendkirin, îro 19ê Çile jî projeyasaya dijî Pasdarên Îranê di Parlamentoya Ewropayê de hat pejirandin.

Parlemena Ewropayê projeyasaya terorîst nasandina Supaya Pasdaran a rejîma Îranê pejirand ku di biryarnameyê de daxwaz hatiye kirin, piştevanî bo xwepêşanderên Îranê bê kirin û Îraniyên derveyî welat jî bên parastin.

Hêjayî gotinê ye, duh duh 18ê Çile jî piraniya nûnerên parlemena Ewropayê ji bo xistina lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê ya Supaya Pasdaran dengê erê dabûn û rapora di wê derbarê de pesend kiribûn.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî piştevaniya xwe bo terorîst nasandina Padarên rejîma Îranê ragihandibû.