Esed xwest ku Pasdarên Îranê ji Sûriyê derkevin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li demeke şerê Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê dijwar bûye de, Serokê Sûriyê Beşar Esed, daxwaz ji Îranê kiriye, hêzên Sûpaya Qûds a bi ser Pasdarên Îranê ve, terka welatî wî bidin û derkevin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, Esed bi sedema givaşên ser xwe, şerxwazî û fitneyên rêjîma Îranê li Sûriyê, daxwaza derketina hêzên Sûpaya Qûds kiriye ku Îsraîl gelek caran ji ber hebûna wan Sûriyê bombebaran dike.
Beşar Esed bi rêya rayedaran ji Îranê xwestiye, Sûpaya Qûds ji Sûriyeyê derkeve.
Hêjayî gotinê ye, Îranê bi mebesta planên xwe yên Rojhilata Navîn ev deh sal in bê navber piştevaniya rejîma Esed dike û li Sûriyê gelek hêzên xwe yên milîs jî bicih kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin