Li bajarê Agiriyê lehî canê 4 kesan sitend

18 June 2019 00:54 0 dîtin
Li bajarê Agiriyê lehî canê 4 kesan sitend

PeyamaKurd- Li bajarê Agiriyê li navçeya Diyadînê baran zêde bariya û lehî rabû. Bi lehiyê re 3 kes jiyana xwe dan ku 2 ji wan zarok bûn. Ji malbatekî jina malê ya bi navê Naime Polat, kurê wê yê 11 salî Musa û keça wê ya bi navê Pinar ku 4 saliye bo giya biçinin derketin arazî. Di dema ku ji navçeyê dûr bûn teyrok bariya û di peyde baraneka xurt bariya. Bi baranê re lehî rabû û lehî her 3 yan bi xwe re bir. Di encamê de her sê jiyana xwe ji dest dan.

Di dema ev bûyer dibû li aliyê dinê xortekî bi navê Nurullah Yardımcı yê 19 salî brûskê lê da û ew jî wefat kir. Tîmên tenduristiyê û yên rizgarkirinê yên bi navê AFAD ê çûn deverê û di encamê de gihane laşên her çar kesan.

Cenazeyên her 4 kesan birin nexweşxaneya dewletê ya Diyadîn ê û xistin morgê.