Hums | Mayîn bi 4 kesan de teqiya û canê xwe ji dest da

11 February 2025 15:05 0 dîtin
Hums | Mayîn bi 4 kesan de teqiya û canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li beyabana El-Şairê ya li Humsa bajarê Sûriyeyê, mayinek bi otomobîla koçeran de teqiya û 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Riwanhgeha Sûriyeyê ya ji bo Mafê Mirov (SOHR) ragihand ku li 4 kesên ji êla El-Ekaydatê dema ku li beyabana El-Şairê ya li bajarê Humsê dema ku li pezê xwe digeriyan, mayîneke ji dema şer mayî bi otomobîla wan de teqiya û canê xwe ji dest dan.

SOHR bi bîr dixe ku li gelek deverên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê mayînên ji dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê mane, lê tu hewldan nînin ji bo paqijkirina wan.