Li Nîjeryayê tankêra petrole teqiya: 94 kesan canê xwe ji dest da!
PeyamaKurd – Emniyeta Nîjeryayê ragihandiye ku di encama teqîna tankêrekê de ku li nêzî xelkên xwecihî yên ku ji bo kirîna sotemeniyê li bakurê welêt kom bûbûn, herî kêm 94 kes mirine.
Tê çaverêkirin ku di teqîna êvara sêşemê de li gundê Majiyayê li parêzgeha Jigawayê, hejmara kuştiyan zêdetir jî bibe.
Berdevkê polîsên Jigawayê Shiisu Lawan Adam di daxuyaniyekê de gotiye: “Şofêr kontrola xwe winda kir û tankê gêr bû, sotemenî rijiya nav xendeqeke avdanê. Di encamê de teqînekê rû da dema ku niştecih ji bo komkirina sotemeniyê li wê herêmê bûn.”
Wî berdevkî daye zanîn ku di bûyerê de herî kêm 50 kes bi giranî birîndar bûne û got, tê payîn ku hejmara miriyan zêdetir jî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin