Li Entabê tankera sotemeniya teqiya: 2 kesan can da, 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Bêlqis (Nîzîp) a Dîlokê di tankereke sotemeniyê de ku dihat temîrkirin teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di tankereke sotemeniyê de ku ji bo temîrkirinê li kargeha temîrkirina tankeran a li navçeya Bêlqisa Entabê bû, ji nişka ve teqiya.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, agirkuj û polês sewqî cihê teqînê hatin kirin. Şewata ku piştî teqînê derket ji aliyê îtfaiyeyê ve hat vemirandin.
Di encama teqînê de Mehmet Horuz (45) û Alperen Kiliçparlar (17) canê xwe dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku birîndar ji bo tedawiya destpêkê rakirin nexweşxaneyê, polêsan der barê teqînê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin