Bendav ji ber barana zêde teqiya: 60 kesan can da

26 August 2024 19:43 0 dîtin
Bendav ji ber barana zêde teqiya: 60 kesan can da

PeyamaKurd - Li welatê Sûdanê bendava Arbat ku ji ber şer zirar dîtibû ji ber barana zêde teqiya û di encamê de 60 kes mirin.

Bendava Arbat a Sûdanê ku di dabînkirina hewcedariya ava vexwarinê de rolek girîng dilîze, ji ber lehiya zeviyên çandiniyê û gundan teqiya.

Di encama teqîna bendavê de herî kêm 60 kes mirin û hejmarek kes jî winda ne.

Hêjayî gotinê ye, Sûdan ji ber şer û pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez û artêşa Sûdanê de 16 meh in di nava şer de ye û li welat rewşa mirovî jî her diçe xerabtir dibe. Bi sed hezaran welatiyên Sûdanê ji ber şer û pevçûnan koçberî deverên din bûne.