Barana zêde bû sedema mirina 24 kesan
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Sahilê Fîldîşî (Ivory Coast) hefteyekiye ku barana zêde dibare û dibe sedema rabûna lehiyê û heza erdê. Di encama bûyeran de 24 kes can dan. Sedema ew çend kes dimrin bêteşebûna di avakirina bajêr de û avahiyên bingehînin.
Ragihandina bûyerê ji aliyê Ajansa Metorolojiyê de hat kirin. Li bajarê Fildişiyê yê li bajarê herî mezin li Abidjanê li hinek deverên bajêr ji normal baranê 4 car zêdetir baran bariyaye. Li seranserê bajêr li gelek deveran erd heziyaye.
Barana li welat dibare, di meha Hezîranê de destpêdike û heya meha Cotmehê dewam dike. Ji ber plana bajêr û avakirina bajêr ne li gor şertan tênkirin, avahiyên bingehîn li gor şertên kêşûhewayê nayên avakirin, di encamê de mirin zêdetir dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin