Barana zêde bû sedema mirina 22 kesan
PeyamaKurd- Li welatê Endonezyayê li girava Sumatrayê bi sedema barana zêde lehî rabû û di encamê de 22 kes mirin û 15 kes jî wenda ne. Berdevkê Rêvebiriya Ajansa Afetê (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho, ragihand ku li eyaletên rojava di asta zêde de baran hatiye û lehî rabûye, hem hez li dernan ketiye. Di encamê de 22 kes mirine.
Nugroho got ku di nava kesên mirî de 11 kes ji wan xwendevanên medresa Quranêne û xwendevanên navendî ne û 10 kes ji wan jî wenda ne. Xebatên bo dîtina wendayan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin