Angasta li Tebqayê otomobêla HSDê teqiya: 5 kesan can dan

22 January 2024 18:09 0 dîtin
Angasta li Tebqayê otomobêla HSDê teqiya: 5 kesan can dan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Tebqayê ya bajarê Reqayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhelatê Sûriyeye (Rojava) di otomobêlekê de teqîneke bi hêz pêk hatiye, di encama teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeye ragihand ku otomobêla ku teqîn tê de rû daye ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûye.

Rîwangeyê angaşt ku otomobîla HSDê ku mîn û bombe barkirî bûye, li nêzî bendava Tebqayê teqiyaye û di encamê de 5 endamên HSDê canê xwe ji dest dane.

Di derbarê teqînê de heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê HSDê ve nehatiye dayîn.