Li Nîjeryayê du tankerên sotemeniyê teqiyan û di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn
PeyamaKurd – Li eyaleta Adamawa ya bakurê rojhilatê Nîjeryayê di encama teqîna du tankerên sotemeniyê de gelek kes mirin.
Li gorî raporên çapemeniya neteweyî, du tankerên sotemeniyê li stasyoneke gazê ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Yobe ya li eyaleta Adamawa ya welêt ji ber sedemên ku hêj nehatine tespîtkirin teqiyan.
Di teqînê de gelek kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedaran ragihandin ku ekîbên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di meha borî de, 114 kes di encama teqîna du tankerên sotemeniyê yên cuda li Nîjerya û Enugu yên Nîjeryayê hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin