Li ser sînorê Iraq û Sûriyê karwaneke tankerên sotemeniyê hatin armanckirin
PeyamaKurd – Li ser sînorê Iraq û Sûriyê, karwaneke tankerên sotemeniyê ji aliyê balafirên nenas ve hatin armanckirin û di encamê de 14 kes hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, karwaneke tankerên sotemeniyê li bajarê Bûkemal ê Sûriyê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê ji aliyê balafireke nenas ve hat bombebarankirin.
Herwiha Rewangehê da zanîn, di encama bombebaranê de 14 kes hatin kuştin ku piraniya wan çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve ne û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve çalakvanan li tora civakî jî belav kirin, karwaneke tenkerên ku mazot bar kiribûn ji Îranê ber bi Lubnanê ve diçû, li ser sînorê Iraq – Sûriyê ji aliyê balafirên bêbalafirvan ên Amerîkî ve hatin bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin