Kazimî serdana baregeha Geyare ya sînorê Iraq-Sûriyê kir û derbasî Singalê dibe

26 January 2022 15:12 0 dîtin
Kazimî serdana baregeha Geyare ya sînorê Iraq-Sûriyê kir û derbasî Singalê dibe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku biryara serdana sînorên navbera Iraq û Sûriyê dabû, îro Çarşemê gihîşt baregeha serbazî ya Geyare ya li parêzgeha Neynewayê û biryar e serdana Şingalê jî bike.

Li gor zanyariyên ji nivîsgeha Parêzgarê Neynewayê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berî bîstekê gihîşt baregeha serbazî ya Geyareyê û bi fermandarên wê baregehê re civiya.

Nivîsgeha Parêzgarê Neynewayê ragihandiye ku biryar e Mistefa Kazimî îro serdana Şingalê jî bike.

Kazimî li Şingalê dê bi fermandarê leşkerî yên Iraqê re bicive behsa rêkarên tundkirina sînorê bi Sûriyê re bike.

Serdana Kazimî di demekê de ye ku berî çend rojan alozî di navbera hêzên Iraqî û çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên bi ser PKKê ve li Şingalê derketibû.

Herwiha çend roj in êrîşa çekdarên DAIŞê li ser zîndana Hesekê dewam dike ku hejmarek ji çekdaran reviyane û behsa wê yekê tê kirin ku dibe hin çekdarên reviyayî derbasî Iraqê bibin.