Li Arjantînê lehî rabû: 16 kesan can da
PeyamaKurd – Li Arjantînê ji ber baranê lehî rabû û di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya polîsê eyaleta Buenos Airesê ya Arjantînê, li bajarê beravê yê Bahia Blancayê ji ber pêkhatina lehiyan hejmara kesên canê xwe ji dest dane zêde bûne û hat ragihandin ku 16 kesan canê xwe ji dest da û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hîn jî berdewam dikin.
Hat ragihandin, li bajarê Bahia Blancayê ji ber baranê û rabûna lehiyê gelek mal û kargeh di bin avê de man û heta niha jî elektrîk hatiye birrîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin