Lehî li Bûrsa rabû û 5 kesan can daye

22 June 2020 13:44 0 dîtin
Lehî li Bûrsa rabû û 5 kesan can daye

PeyamaKurd - Li navçeya Bûrsayê Kestelê lehî rabûye û 5 kes di bin lehiyê de mane 3u yek jî wenda ye. Ekîbên lêgerînê li wî kesî digerin.

Ji ber barana zede, do bi şev li Kestelê ya navçeya Bûrsayê lehî rabûye. Li gorî zanyariyan 5 ber bi lehiyê ketiye.

Do êvarî lehî rabûye, gelek wesayet û traktor bi ber avê ketine. Av li gelek malan û erdan rabûye.

Li gundê Dudakliyê Kader Akbabaya 24 salî ya kêmendan ji ber lehiyê di mala xwe de asê maye û miriye. Li gundê Kayacikê jî malbateke Çewligê ya 5 kesî, 4 kes winda bûne. Li gund cesede zarokeke keç a 5 salî hatiye dîtin. Piştî wê cesedê kesek din hatiye dîtin.

Li gor encamê cesedê 5 kesan hatiye dîtin. Tîmên rizgarkirin û lêgerînê li kesekî/e din ya wenda digerin.

Piştî lehiyê, Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî çû Bûrsayê.