Li Duhokê lehî rabû: 2 kesan can dan
PeyamaKurd - Piştî barana zêde ya parêzgeha Dihokê lehî rabû û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan.
Berdevkê Parastina Sivîl a Dihokê Biwar Ebdulezîz ragihand ku du kesên canê xwe ji dest dane îro berî nîvro otomobîla wan li ber ava lehiyê çûbû.
Biwar Ebdulezîz da zanîn ku di wê otomobîlê de 4 kes hebûne, 2 ji wan bi derfetên xwe filitîne, lê belê 2 ji wan canê xwe ji dest dane.
Biwar Ebdulezîz da zanîn ku hîn termên her du kesên canê xwe ji dest dane nehatine dîtin.
Li hêla din, Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Parêzgarê Dihokê Elî Teter xwest ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Berpirsên parastina sivîl a Duhokê ragihandin ku li Dihokê, ji ber lehiyê gelek mal û dikan di bin avê de mane û xesareke giran pêk hatiye.
Ji aliyê din ve hate ragihandin ku li paytext Hewlêrê jî ji ber barana zêde lehî rabûye û hin mal û dikan di bin avê de mane.
Parêzgariya Hewlêrê hişyarî da xelkê da ku ji ber egera lehiyê, di navebra demjimêr 13:00 û 18:00an de dernekevin derve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin