Çîn | Lehî rabû û di encamê de herî kêm 12 kesan can dan
PeyamaKurd – Li eyaleta Henanê ya li naverasta Çînê, di encama barana zêde de lehî rabû û herî kêm 12 kesan ji ber lehiyê can dan.
Ajansa dewleta Çînê Xinhuayê diyar kir, li bajarê Zhengzhouyê yê Henanê piştî barana ku do bariya, lehî rabû û mirov li ber çûn.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê heta niha li herêmên lehiyê lê rabûne, cesedên 12 kesan dîtin, zêdeyî 100 hezar kesî jî li herêmên ewle hatin bicihkirin.
Herwiha di vîdeoyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de jî xuya kir, kuçe û cadeyên Zhengzhouyê bûn gol û otomobîl li ber lehiyê ketine.
Di daxuyaniya nivîskî ya rêveberiya herêmî ya Zhengzhouyê de hat destnîşankirin, kontrolkirina lehiyê pir zehmet e û asta karestê bilind e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin