Li 8 bajarên Îranê lehî rabû: 11 kesan can da

23 March 2020 16:38 0 dîtin
Li 8 bajarên Îranê lehî rabû: 11 kesan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber barana zêde li hejmarek bajarên Îranê lehî rabûye û ji ber lehiyê 11 kesan li herêmên başûrê Îranê can dane.

Li gorî ragihandina medya Îranî, 2 kes ji wan li bajarê Bender Ebas û 9 jî li parêzgeha Faris, Bû Şehir û bajarê Qomê ji ber lehiyê can dane.

Dezgehên ragihandinê yên herêmî diyar kirin ku ev lehî ji doh ve rû daye û li 8 parêzgehên Îranê xistiye.

Herwiha hat zanîn ku ji bilî qurbanan, gelek rê jî hatine girtin.