Li Rojavayê Kurdistanê ‘Roja Ala Kurdistanê’ bi besdariyeke mezin hate pîrozkirin

17 December 2023 16:30 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê ‘Roja Ala Kurdistanê’ bi besdariyeke mezin hate pîrozkirin

PeyamaKurd - Roja Ala Kurdistanê, ji bilî Başûrê Kurdistanê û gelek deverên din, li Rojavayê Kurdistanê jî bi beşdariya hejmarek mezin a welatiyan û bilindkirina Ala Kurdistanê, hate pîrozkirin.

Li ser banga Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarên Amûdê, Qamişlo, Dêrikê û Kobaniyê bi beşdariya hejmarek zêde welatiyan Roja Ala Kurdistanê bi bilindkirin û hilgirtina Ala Kurdistanê hate pîrozkirin.

Her çiqas li hinek deverên Rojavayê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi ser rêveberiya Xweser astengî derxist jî Roja Ala Kurdistanê bi beşdariya xelkê hate pîrozkirin.