Li 2 balafirgehên Rûsyayê teqîn çêbûn: 3 mirî û 8 birîndar

05 December 2022 22:57 0 dîtin
Li 2 balafirgehên Rûsyayê teqîn çêbûn: 3 mirî û 8 birîndar

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li balafirgeha herêma Saratovê li balafirgeha leşkerî ya Engelsê û li balafirgeha bajarê Ryuazanê ya leşkerî ya bi navê Dyagilevo teqîn çêbûn û di encamê de 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Sedemên teqînên li her dû balafirgehên leşkerî ya Engelsê û ya li Ryazanê nayê zanîn lê çapemeniya Rûsyayê dibêje ku teqînên li her dû balafirgehan bi dronan hatine kirin. Balafirgeh ji sînorên Ûkraynayê bi sed km yan dûrin.

Li balafirgeha Engelsê 2 kes birîndar bûne, 2 balafirên hêzên hewayî yên Rûsyayê yên tîpa Tu-95 xesarên biçûk dîne. Parêzgerê bajarê Saratovê Roman Busargin ragihandiye ku tiştekî ciddî tine û bûyer ji aliyê hêzên asayîşê de tê vekolîn.

Li balafirgeha Dyagilevo tankêra petrolê teqiyaye, 3 kes mirine û 6 kes jî birîndarin. Li gor ragihandina wezareta rewşa lezgîn rewşa 3 birîndaran xedare.

Li ser mijarê berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov ragihand ku ew jî bûyeran ji medyayê hîn bûye û serokê Rûsyayê Putin ji mijarê agahdar kirine.