Li Rûsyayê teqîn û sewat: 30 mirî, 105 birîndar

15 August 2023 12:07 0 dîtin
Li Rûsyayê teqîn û sewat: 30 mirî, 105 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama şewata ku li benzînxaneyeke li Komara Xweser a Daxistanê ya Federasyona Rûsyayê derket û di encamê de 2 jê zarok 30 kes mirin û 105 kes jî birîndar bûn.

Serokê Komara Xweser a Daxistanê Sergey Melîkov diyar kir, dermankirina kesên ku di teqîna duh êvarê ya li benzînxaneya Makhaçkalayê de birîndar bûne dewam dike.

Piştî teqînê bi dehan îtfaiyeyên Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê (EMERCOM) bo herêmê hatin veguhestin. EMERCOMê ragihand, şewat hatiye vemirandin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, xebatkarên EMERCOMê li ser mayînên ku di encama teqînê de çêbûne xebatên xwe didomînin û di encamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî 105 e.

Komîteya Lêkolînê ya Daxistanê jî ragihand, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.