Li Rûsyayê dema ceribandina fuzeyê teqîn: 2 mirî, 15 birîndar

08 August 2019 15:16 0 dîtin
Li Rûsyayê dema ceribandina fuzeyê teqîn: 2 mirî, 15 birîndar

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Rûsyayê dema ceribanda beşa motorê ya fuzeyekê teqînek çêbûye û herî kêm du kesan (leşker) can daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî bêyî awayê teqînê binav bike, bi daxuyaniyekê ragihand ku li binkeyeke serbazî ya wî welatî teqînekê rû daye.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin teqîn li binkeyeke serbazî ya li herêma Arhangelsk a li parêzgeha Severodvinskê çêbûye û piştî teqînê, agir bi keştiyeke li wê binkeya serbazî ketiye.

Hêzên polîsên Rûsyayê dane xuyakirin ku di encama teqînê de 2 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

Hlerwiha hat ragihandin ku ti metirsiyek li ser jiyana welatiyên li wê herêmê nîn e û rewş hatiye kontrolkirin.