Li Bexdayê li pey hev 2 teqîn çêbûn!

05 July 2018 11:25 0 dîtin
Li Bexdayê li pey hev 2 teqîn çêbûn!

PeyamaKurd- Li paytextê Iraqê li Bexdayê li pey hev 2 teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de kesek mir û 7 sivîl jî birîndar bûn.

Di derbarê bûyeran de çapemeniya herêmî ragihand ku li navçeya Şuleyî ya Bexdayê di bazara Çûkan de 2 bombe teqîne. Di encamê de kesek hatiye kuştin û 7 sivîl hatine birîndarkirin.

Birîndar di demeke kin de rakirine nexweşxaneyan û dest bi tedawiya wan hatiye kirin.

Li gorî agahiyan pêşiyê teqînek çêbûye û hêzên ewlehiyê jî, korîdora ewlehiyê pêk anîne. Piştî vê re teqîna duyem jî çêbûye.