Îzmîr | 151 koçberên hewl didan bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin

25 September 2023 10:36 0 dîtin
Îzmîr | 151 koçberên hewl didan bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Îzmîrê 151 koçberên hewl didan bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin, hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Îzmîrê diyar kir, îro tîmên wan hatine agahdarkirin ku hinek koçber li navçeya Foçayê ya Îzmîrê hewl didin bi belemeke plastîkî xwe bigihînin Ewropayê.

Tîmên Fermandariya Ewlehiya Perevan piştî wê çûn wî cihî û 55 koçberên di wê belemê de destser kirin.

Heman daxuyaniyê destnîşan kir, di heman rojê de li cihekî din ê navçeya Foçayê 55, li navçeya Seferhîsarê 25 û li navçeya Dîkîliyê ya Îzmîrê jî 36 koçberên din di deryayê de hatin desteserkirin. 

Hat eşkerekirin, koçberên destserkirî piştî karûbarên yasayî şandin Rêveberiya Koç û Koçberan a Îzmîrê.