Cenazên koçberên Kurd yên li peravên Îtalyayê fetisîbûn dibin Hewlêrê
PeyamaKurd – Bi fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi ya Mesrûr Barzanî, cenazên Kurdên koçber yên li Îtalyayê li peravên Kalabriyayê tekna wan qeza kiribû û di avê de fetisîbûn, wê cenazên wan bibin payîtexta Kurdistanê, Erbîlê.
Rêxistina civaka sîvîl RESQSHIP di 17ê Hezîranê de ragihandibû ku di tekneyekê ahşab de 2 kes ji wan bêhiş, 51 kesan rizgar kirine û di bin qata bin ya keştiyê de cenazên 10 kesan dîtine.
Kesên ji qezayê sax rizgar bûne li nexweşxanên Îtalyayê tên dermankirin. Kesên wefat kirine, wê di 2ê Tebaxê de bi fermana Mesrûr Bsarzanî cenazên wan bibin Erbîlê.
Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Îtalyayê Rezan Hamasalih ragihandiye ku çawa qeza koçberan bihîstiye bi dezge û rêvebirên hukumeta Îtalyayê re ketiye nav têkiliyan.
Ji kesên di qezayê de fetisîne 13 ji wan Kurdin û heya niha xwe gihandine 40 cesedan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin