Li peravên Îzmîrê 115 koçberên bêdestûr hatin girtin
PeyamaKurd – Li peravên navçeyên Seferîhisar û Çeşme yên Îzmîrê di 4 botên lastîkî de koçberên bêdestûr hatin tesbîtkirin. Di operasyona ku ji aliyê ekîbên Ewlehiya Peravê ve hat lidarxistin de 19 jê zarok 115 koçberên neqanûnî hatin girtin.
Li peravên Îzmîrê 115 koçberên bêdestûr hatin girtin
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravê, hat diyarkirin ku li peravên navçeyên Seferîhisar û Çeşmeyê di 4 botên lastîk de koçberên bêdestûr hene.
Li ser vê yekê ekîbên ku sewqî herêman hatin kirin 115 koçberên bêdestûr ku jê 19 zarok bi botên lastîk hatin girtin.
koçberên bêdestûr yên ku hatin daxistin piştî karên wan sewqî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin