Li peravên Îzmîrê 16 koçberên neqanûnî hatin rizgarkirin

16 August 2024 11:34 0 dîtin
Li peravên Îzmîrê 16 koçberên neqanûnî hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – 16 koçberên neqanûnî yên ku li peravên navçeya Çeşme ya Îzmîrê ji aliyê unsûrên Yûnanîstanê ve ber bi avên axa Tirkiyeyê ve hatibûn paşxistin, hatin rizgarkirin û 52 koçberên neqanûnî jî hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravê, piştî ku agahî hat wergirtin li peravên navçeya Çeşmeyê di boteke lastîkî de komek koçberên neqanûnî hene, tîmek sewqî herêmê hat kirin.

Ekîban 16 koçberên neqanûnî yên ku ji aliyê unsûrên Yûnanîstanê ve ber bi avên axa Tirkiyeyê ve hatin avêtin, daxistin.

Ji teref Radara Ewlekariya Peravê û Keştiya Ewlehiya Peravê ve hat tesbîtkirin ku li peravên Dikili û Çeşmeyê di botên lastîkî de koçberên neqanûnî hene.

52 koçberên neqanûnî ku di nav wan de 16 zarok hene, ji aliyê ekîban ve di botên lastîk ên rawestandinê de hatin girtin.

Koçberên neqanûnî piştî karên wan şandin Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê.