Hemasê dîlgirtina hejmarek leskeran ragihand, Îsraîlê red kir

26 May 2024 08:57 0 dîtin
Hemasê dîlgirtina hejmarek leskeran ragihand, Îsraîlê red kir

PeyamaKurd – Lîwayên Izedîn Qesam ên Hemasê şeva borî ragihand ku hêzên wan li Xeta Xezzeyê hejmarek leşkerên Îsraîlê di kemînekê de dîl girtine.

Berdevkê Lîwayên Qesam Ebu Ubeyde, di girtevîdyokê de got ku hêzên wan roja Înê hêzên wan komeke leşkerên Îsraîlê kişandine nav tuneleke li Kampana Cîbaliya û tevî kuştiyan hejmarek leşkerên Îsraîlê jî dîl girtine.

Herwiha Ebu Ubeyde, dîmenên cilûbergên leşkerên Îsraîlê û çekên wan jî parve kir.

Li ser vê îdiayê derengiya şevê Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî, li ser hesabê medya civakî Xê belav kir ku ew daxuyaniya dîlgirtina leşkerên Îsraîlê nerast e.