Hemasê ragihand ku ew ji bo agirbesteke mayînde amadeyî danûstandinan e

22 February 2025 12:44 0 dîtin
Hemasê ragihand ku ew ji bo agirbesteke mayînde amadeyî danûstandinan e

PeyamaKurd – Hemasê ragihand ku ew amade ye derbasî qonaxa duyemîn a peymana pevguhertina girtiyan bi Îsraîlê re bibe. 

Bi daxuyaniyekê tekez kir ku ew ji rêkeftineke berfireh re ji bo misogerkirina agirbesteke mayînde û vekişîna temam a Îsraîlê ji Xezeyê vekirî ne.

Berdevkê Hemasê Evdiletîf Kanû li ser medyaya civakî ragihand ku Hemas amade ye derbasî qonaxa duyemîn a pêvajoya agirbestê bibe û dest bi danûstandinan bike. 

Wî serokwezîrê Îsraîlê Netanyahê bi rawestandina pêvajoyê tawanbar kir û amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Îsraîlê hewl dide xwe ji rêkeftinê dûr bikeve.

Hemasê peyamek tund ji Îsraîlê re şand û diyar kir ku du rê li pêşiya Netanyahu hene.

An dê ji ber quretiya Netanyahû girtiyên xwe di tabûtan de bipejirînin, an jî bi pêkanîna şert û mercên berxwedanê dê girtiyên xwe bi saxî hembêz bikin.