Ji Keyanê Urdunê hisyariya Xezzeyê: Divê agirbesteke lezgîn û mayînde pêk bê
PeyamaKurd - Keyanê Urdunê Abdullahê 2yem diyar kir ku "divê li Xezzeyê agirbesteke lezgîn û mayînde bê pêkanîn."
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Keyaniya Urdunê, Keyan Abdullahê 2yem, bi Wezîrê Parastinê yê Sîngapurê Ng Eng Henê ku ji bo serdaneke fermî li Emmanê bû re hevdîtinekê pêk anî.
Di hevdîtinê de Keyan Abdullahê 2yem got, "Divê li Xezzeyê agirbesteke lezgîn û mayînde bê pêkanîn."
Keyanê Urdinê her wiha di derbarê hêrişên Îsraîlê yên li dijî Refahê de hişyariya cidîbûnê da.
Wezîrê Singapurê Ng Eng Hen, piştî Keyan Abdullahê 2yem, bi Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El Safedî re jî hevdîtinek pêk anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin