Serokê Hamasê: Divê welatên Misliman çekan bidin Xezzeyê
PeyamaKurd – Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye diyar kir ku divê berxwedana li dijî Îsraîlê ya li Xezzeyê bi çekan bê dayîn.
Heniye banga "Divê dewletên Misliman çekan bidin Filistîniyan dema ku şerê bi Îsraîlê re li Şerîda Xezzeyê dewam dike” kir.
Haniye li Dohaya paytexta Qeterê axivî û wiha got:
"Em dibînin ku welatên cîhanê çekan dirijînin dagirkeriyê. Dem hatiye ku dewletên Misliman bi çekan piştgiriyê bidin berxwedanê, ji ber ku ev ne tenê şerê gelê Filistînê ye."
Wî herwiha diyar kir ku êrîşa 7ê Cotmehê "wek berteka li dijî hewla biçûkxistina doza Filistînê derket holê."
Di dawiyê de wî got, "Tevî lêçûnên giran, komkujî û şerê qirkirinê, Îsraîl nekarî bigihîje ti armanca xwe li Xezzeyê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin