Amerîkayê destûra bikaranîna derziyeke din a koronayê da

28 February 2021 21:49 0 dîtin
Amerîkayê destûra bikaranîna derziyeke din a koronayê da

PeyamaKurd – Saziya Xurek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) piştî pesendkirina derziyên Covid-19 yên /BioNTech û Modernayê biryar li ser bikaranîna lezgîn ya derziya kompaniya Johnson&Johnsonê da.

FDAyê ragihand ku wan bikaranîna lezgîn bo derziya Johnson&Johnson daye.

Derziya Jonhson&Johnson bû derziya sêyem a koronayê ku li Amerîkayê destûra lêdana wê tê dayîn.

Derziya Jonhson&Johnson tenê bi yek dozê tê lêdan û li gorî ceribandinên li ser 44 hezar kesan hatine kirin, ji sedî 66 bi bandor e û li dijî mirinên ji vîrusa koronayê parastineke baş dike.