Çavusoglu: Ew yek, bêyî destûra Amerîkayê nabe!

03 April 2023 13:30 0 dîtin
Çavusoglu: Ew yek, bêyî destûra Amerîkayê nabe!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, li New Yorkê li ser geşedanên polîtîkaya derve axivî.

Mevlut Çavuşoglu, li Turkevi ya New Yorkê ku ji bo beşdarî Civîna Taybet a 30ê Adarê Roja Sifir Bermayiyê ya Navneteweyî ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin bibe, bi komek rojnamegerên Tirk re li ser geşedanên polîtîkaya derve de axivî.

Çavuşoglu got ku “Tirkiye, Rusya, Suriye û Îranê ragihandin ku civîna çaralî ya di asta cîgirên wezîran de dê di 3 û 4ê Nîsanê de li Moskowê bê lidarxistin.” 

Wezîrê Tirkiyeyê Çavuşoglu, li ser helîkoptera ku endamên PKKê tê de bûn û li Iraqê ket xwarê jî axivî û got,

“Ev helîkopter ji aliyê kê ve ji kê hat kirîn û piştre ji bo kê hat bikaranîn? Di encamê de qada hewayî ya wê herêmê, di destên kê de ye? Di destên Amerîkayê de ye. Ji ber vê yekê jî heger qada hewayî di destên min de be, dronek jî derbas bibe, çûkek jî bifire, dê zanyariyên min pê hebin. Bêyî ku ji otorîteya ku qada hewayî kontrol dike destûr bê girtin, ne pêkan e ku helîkopterek bi hewayê bikeve.”