Çavusoglu: Nabe em xweferzkirinên Amerîkayê qebûl bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser fişar û gefên dorpêçan ên Amerîkayê bo standina S400an ji aliyê Tirkiyê ve da xuyakirin, “Niha ne mimkune em xweferzkirinên Amerîkayê yên bo S-400an qebûl bikin.”
Çavuşoglu li bajarê Hatayê di merasîma vekirina nûnertiya Wezareta Derve de da xuyakirin ku ne mimkune em xweferzkirinên Amerîkayê yên bo S-400an qebûl bikin.
Wezîrê tirk li ser êrîşa xala çavderiyê ya artêşa Tirkiyê li Idlibê jî got, “Ne mimkune em van êrîşên rejîma Sûriyê qebûl bikin û ev li dijî lihevkirina Idlibê ya em bi Rûsyayê re rêkeftine ye. Li vir rawestandana rejîmê karê Rûsya û Îranê ye ku em bi hev re dixebitin. Lewra herdu jî garantorên rejîmê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin