Amerîkayê, hejmara penaberên ku dê qebûl bike, eskere kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, hejmara penaberên ku dê sala 2023yan ji bo Amerîkayê werin qebûlkirin, ragihand. Li gorî ragihandina Biden, dê sala bê hejmara qebûlkirina penaberan, wekî par be û dê neguhere.
Joe Biden, bi rêya nameyekê ragihand ku hejmara penaberên ku dê îsal ji aliyê Amerîkayê ve bên qebûlkirin, 125 hezar e.
Li gorî agahiyên ku Biden dan, ev hejmara hatiye diyarkirin, li gorî daneyên sala 2022yan hatine diyarkirin ku ev sal jî dîsa 125 hezar penaber hatine qebûlkirin.
Di nameya ku Joe Biden ji bo Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat şandin de hat ragihandin ku dê qebûlkirina penaberan, di 1ê Cotmeha îsal de dest pê bike.
Her çiqas rêveberiya Biden par sînorê qebûlkirina penaberan zêde kiribe jî hejmara penaberan a salekê, li Amerîkayê 20 hezar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin