Hewlêr: Gaza Kor Morê bêyî destûra me nayê frotin

22 May 2024 16:10 0 dîtin
Hewlêr: Gaza Kor Morê bêyî destûra me nayê frotin

PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku ti rêjeyeke gaza berhemanînê ya Kurdistanê, bêyî destûra Herêma Kurdistanê nayê firotin.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê, di derbarê frotina gaza Kurdistanê de hişyarî da hikûmeta navendî ya Iraqê.

Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku di çarçoveya peymana bi Pearl Petroleum (Dana Gas) rea hilberîna gazê ya ji qada Kor Morê ji kerta ûzeyê re hatiye veqetandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bêyî destûra Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti rêjeyek gaza ku tê hilberandin ji aliyê ti mîsyon an jî dezgehê ve nabe bê firotin."

Gaza Kor Morê

Weke tê zanîn, bîrên gazê yên Kor Morê ku di sala 2007’an de hatiye avakirin û li bajarokê Kadir Kerem ê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ye. Ev gaza ku tê derxistin, ji aliyê kompaniya Dana Gas a Îmaratê ve tê xebitandin.

Her wiha gaza qada Kor Morê, bi boriyan derbasî santralên Çemçemal û Hewlêrê dibe ku %67ê elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dikin.

Rojane 4200 MW elektrîk li zeviyê tê berhemanîn, 2800 megawat jî ji bo Herêma Kurdistanê û yên din jî ji bo parêzgeha Kerkûk û Mûsilê tê şandin. Tê texmînkirin ku rezervên gaza sirûştî yên li qadê zêdetirî 8 trîlyon û 200 milyar metrekup in.