Parlamentarê Iraqê: Êrîsên Tirkiyê bêyî destûra Iraqê pêk hatine

22 June 2020 21:03 0 dîtin
Parlamentarê Iraqê: Êrîsên Tirkiyê bêyî destûra Iraqê pêk hatine

PeyamaKurd – Parlamentarê şîe yê Iraqê ji Tevgera Hikme ya Emar Hekîm, Hesen Fedîem li ser êrîşên Tirkiyê yên nav axa Iraq û Başûrê Kurdistanê got, Tirkiye bêyî wergirtina destûrê ji hikûmeta Iraqê wan êrîşan dike û nûçeyên, dibêjin bi rêkeftina ligel hikûmeta Iraqê ew êrîş têne kirin red kir.

Hesen Fediem ji medya Iraqê re gotiye, hêzên artêşa Tirkiyê û balafirên şer bê wergirtina moletê hatine ser axa Iraqê û sînor bezandine ku ev jî karekî bê red kirin e.

Parlamentarê Iraqê herwiha red kir ku ji bo van êrîşan hemahengiya îstixbaratê di navbera Bexda û Enqere de heye.

Hesen Fediem got, “Bexda dijî hemû hêzekê radiweste ku gef li ser sînorên welatên cîran bê xwarin. Nav wan de hêzên PKKê jî lê pêwîst bû aliyê tirk xet û pêwendî li gel Iraqê bike bo ku rêgirî li wan hêzên PKKê bike ku ziyanê digihînin Tirkiyê.”