Parlamentoya Iraqê ji bo êrîsên Îran û Tirkiyê dicive: Pêsniyareke nû ya destûrî hat kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku roja Sêşema hefteya bê Parlamentoya Iraqê derbarê êrîş û bombebaranên Îran û Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê de dicive.
Beriya rûnişta parlamena Iraqê Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdullah ji bo rawestandina êrîşan, pêşniyareke nû ya destûrî pêşkêş dike.
Şaxewan Ebdullah ji K24ê re daye xuyakirin, divê hikûmeta Iraqê ji bo rêgirtina êrîşên Îran û Tirkiyê li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê, desthilatên xwe bikar bîne. Pêwist e Herêma Kurdistanê xwediyê desthilateke tam be ku li ser binpêkirina serweriya xwe ya yasayî, li cem aliyên navdewletî gilî bike ku ev jî karekî destûrî ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî zêdebûna protesto û serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Supaya Pasdaran êrîşên xwe yên ser Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna partiyên Rojhilat zêde kirine û heta niha gelek pêşmerge jî bûne qurbanî.
Li aliyê din Tirkiye jî bi hinceta PKKê bêrawestan êrîşên asmanî û bejahî li ser Herêma Kurdistanê berdewam dike.
Heta niha êrîşên Tirkiye û Îranê yên ser xaka Herêma Kurdistanê tenê ji aliyê Bexdayê û civaka navdewletî ve têne şermezarkirin, lê ti pêngavek ji bo rawestandina wan êrîşên ku xelkê sivîl jî dibin qurbanî nehatiye avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin