Iraqê êrîsên Îran û Tirkiyê sermezar kir

21 November 2022 21:30 0 dîtin
Iraqê êrîsên Îran û Tirkiyê sermezar kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê, êrîşên artêşa Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên ku bi ser serweriya Iraqê û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê de têne kirin, binpêkirina yasa û peymanên navdewletî ne.

Wezaretê da zanîn, hikûmeta Iraqê bi tundî bombebaranên Îranê yên bi drone û moşekan ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û red dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, êrîşên dubare yên hêzên Îran û Tirkiyê bi moşek û dronan li dijî Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê û binpêkirina peyman û yasayên navdewletî ye û berevajî bingeha mafên cîrantiyê ye.

Herwiha hikûmeta Iraqê tekez kiriye ku axa Iraqê nabe baregeh û rêrewa ziyangihandina bi ti welatên cîran û red dike ku Iraq bibe qada milmilanî û yekalîkirina şerê siyasî ji derve.

Ji Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê daxuyaniya êrîşa Îranê

Fraksiyonên Kurdistanê ji bo rawestandina êrîşan daxwaza sîstemên parastina asmanî kir