Parlamentoya Iraqê wê êrîsên Îranê gotûbêj bike

06 October 2022 19:47 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê wê êrîsên Îranê gotûbêj bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya Iraqê roja Şemiyê 8ê Cotmehê, derbarê bombebaranên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û çend mijarên din de dicive.

Parlamentoya Iraqê, Îro 6ê Cotmeha 2022yan bii nivîseke fermî eşkere kir, civîna asayî ya parlamentoyê derbarê bombebaranên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û çend mijarên din de, di demjimêr 11:00ê sibeha roja şemiyê 8ê Cotmeha 2022yan wê birêve biçe.

Hat diyarkirin ku ji bilî gotûbêjkirina êrîşên Îranê wê hejmarek parlamenterên nû jî di rûniştinê de sonda yasayî bixwin.

Herwiha wê di wê civînê de, li ser projeyasaya xaniyên zêdegavî û veberhênana pîşesaziyê gotûbêj pêk werin.