Parlamentoya Iraqê ji bo gotûbêjkirina operasyonên Tirkiye û Îranê civînekê saz dike

24 April 2022 11:34 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê ji bo gotûbêjkirina operasyonên Tirkiye û Îranê civînekê saz dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya Iraqê li ser êrîş û operasyonên Tirkiye û Îranê yên ser xaka Iraq û Kurdistanê civînekê saz dike.

Li gorî zanyariyan, îro Yekşemê li ser daxwaza 50 endamên parlamentoya Iraqê, parlemento bi serokatiya cîgirê serokê parlementoyê Hakim Zamilî dicive û êrîş û operasyonên ji aliyê Îran û Tirkiyê ve gotûbêj dike.

Hatiye diyarkirin ku wê di civînê de behsa moşekbarana Hewlêrê ya ji aliyê Îranê ve û operasyonên dawî yên Tirkiyê ku bi hinceta PKKê li deverên sînorî yên Kurdistanê berdewam dikin bê rawestîn.

Hat zanîn ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî beşdarî civînê dibe û wê bi parlamentoyê re zanyariyan û pêwendiyên ligel Îran û Tirkiyê yên derbarê operasyonan de parve bike.