Rapora li ser destdirêjiyên Tirkiye û PKKê pêskêsî Parlamentoya Iraqê kirin
PeyamaKurd – Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî derbarê rapora destdirêjiyên artêşa Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Me daxwaz kiriye ku zirardîtiyên şerê PKK û Tirkiyê werin qerebûkirin. Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê rapora xwe ya li ser destdirêjiyên Tirkiye û PKKê yên li axa Iraq û Herêma Kurdistanê, dide Serokatiya Parlamentoya Iraqê.”
Nasir Herkî ji K24ê re destnîşan kir: “Me rapora xwe li ser destdirêjiyên artêşa Tirkiyê û PKKê amade kiriye û me daye Serokatiya Parlamentoya Iraqê û di demeke nêz de jî em ê pêşkêşî Serokê Encûmena Wezîran bikin.”
Herkî da zanîn: “Me di raporê de daxwaz kiriye ku Hikûmeta Iraqê bi rêya dîplomasiyê li Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayîşê daxwaza sînordarkirina destdirêjiyên artêşa Tirkiyê bike û di nav xwe de jî hikûmet rêkarên pêwîst ji bo derxistina PKKê ji deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bike û jûreke operasyonê ya hevbeş jî di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de were pêkanîn.”
Herwiha Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê Nasir Herkî eşkere kir û got, di raporê de hatiye daxwazkirin ku pasevanên sînor werin zêdekirin û kesên ji ber şerê Tirkiye û PKK şehîd bûne, weke şehîdên terorê werin nasîn û kesên zirardîtî werin qerebûkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin