Berdevkê Operasyonên Iraqê: Operasyoneke Tirkiye bi ser Singalê de pêk nayê

14 February 2021 20:29 0 dîtin
Berdevkê Operasyonên Iraqê: Operasyoneke Tirkiye bi ser Singalê de pêk nayê

PeyamaKurd – Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Hafecî ragahand ku ti operasyoneke Tirkiyê bi ser Şingalê de pêk nayê.

Hafecî li ser îhtimala operasyoneke Tirkiyê bi ser Şingalê de daye xuyakirin ku bi hêzên Pêşmerge re tevdigerin û got, “Artêşa Iraqê li wîlayeta Nînowayê bi Pêşmerge re di nav hemahengiyeke tam de ye û ti gefeke ser Şingalê nîne.”

Hafecî herwiha gotiye, xelkê Şingalê dikare vegere ser malên xwe û rewşa ji bo wê guncaw e.

Berdevkê Artêşa Iraqê diyar kiriye ku niha rewşa Şingalê asayî ye û hêzên li wê derê erkên xwe pêk tînin.