Rûsya destûra berhamanîna gaza Xezerê nade Îranê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê destûr nedaye Îranê daku gazê ji 8 bîrên xwe yên li derya Xezerê berhem bîne û bikar bîne.
Berpirsê sendîkaya pîşeyî yê gaza “CNG” yê rejîma Îranê Erdeşîr Dadres di hevpeyvîneke ligel ajansa ILNA ya rejîma Îranê de gotiye: “Li gorî girêbesta ligel Rûsyayê ya digel Îranê, destûra Îranê ya mifahwergirtina ji 8 bîrên gazê ên Îranê di behra Xezer de nîne û ew biryar ji bo demekê ye ku berhemanîna gaza Îranê bi qasî hewcehiya navxweyiya Îranê be.”
Erdeşîr Dadres daye zanîn: “Rûsya xwediyê %18.1 û Îran jî xwediyê %17.9 ê gaza cîhanê ne û eger Îran gaza xwe ya li behra Xezerê bikar bîne, ew rêje dê bibe %18.2 ku zêdetir ji rêjeya gaza Rûsiyê ye û pêka girêbesta Îranê digel Rûsyayê, divê pileya yekem a zaga cîhanê ya Rûsya be û Îran mafê mifahwergirtinê ji gaza xwe di behra Xezerê de nîne.”
Ew girêbest û gotina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku xelkê Îranê û herwisa vizegehên berhemanîna berqê hewcehî bi gaza zêdetir hene û bi wê sedemê berqa Îranê qut dibe û bi sedema bikaranîna mazotê jî pirsgirêkên jîngehê gelek zêde bûne.
Bi wî awayî, rejîma Îranê ji bo parastina berjewendiyên Rûsyayê û berjewendiyên siyasiyên rejîmê, xelk tûşî wan pirsgirêkan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin